TR KU SO
FB X
Kurdistan

Singal | Tirkiye bi balafiran êrîsî baregeha YBSê kir: Kustî û birîndar hene

Leyla Denli
Nivîskar
📅 07 cotmeh 2022 12:30

PeyamaKurd – Tirkiye, bi balafiran êrîşî baregeha YBŞê ya li çiyayê Şingalê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Dije Terora Kurdistanê do diyar kir, îşev 6ê Cotmeha 2022yan, di saet 21:30 xulekan de, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li çiyayê Şingalê baregeha çekdarên YBŞê kirin armanc û ji ber wê, ziyanên canî hene.

Hêjayî gotinê ye, ev ne cara yekem e ku balafirên şer ên Tirkiyê baregehên çekdarên YBŞê li navçeya Şingalê bombebaran dikin û çend carên din jî serkirdeyên YBŞê li navçeyê hatine armanckirin.

Parve bike: