Kurdistan
Wezîrê Iraqê: Em hebûna hêzên Tirk qebûl nakin!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Muhammed Elî Hekîm ragihand ku ew li ser erda Iraqê hebûna hêzên Tirkiyê red dikin.
Hekîm li paytexta Misirê Qahîrê li ser mijarê got: “Li ser vê mijarê Bexda û Enqere di nav danûstandineke berdewam de ne û birayên me yên tirk jî hesasbûna me ya li ser vê mijarê fêm dikin.”
Wezîrê Iraqê diyar kir, ew dê ji bo dawî li hebûna leşkerên tirk li nav erda Iraqê were çi pêwîst be bikin û da zanîn ku ew amade ne derbarê ewlekariyê de bi Tirkiyê re hevkariyê bikin.
Elî Hekîm bibîr xist ku ew bi Tirkiyê re bi rêya wezaretên derve û îstixbaratê tim di nav pêwendiyê de ne.