TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zarokekî Efrînî li Îzmîrê bi awayekî darvekirî kustî hat dîtin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 08 sibat 2021 19:26

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku zarokekî ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bi navê Îbrahîm Hisên Mehmûd El Cumalî ku li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê çar roj berê winda bûbû, bi awayekî darvekirî kuştî hatiye dîtin.

Li gorî zanyariyan beriya 4 rojan zarokê bi navê Îbrahîm Hisên Mehmûd El-Cumalî li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê winda bûye û cenazeyê wî îro bi awayekî darvekirî hatiye dîtin.

Îbrahîm Hisênn Mehmûd El-Cumalî yê 14 salî bû û guman heye ew hatiye revandin û piştre jî hatiye kuştin.

Hat zanîn ku zarokê hatiye kuştin, ji gundê Zeytûnekê yê Efrînê bûye û tevî malbata xwe li Îzmîrê dima.   

Parve bike: