TR KU SO
FB X
Werzis

Tîma jinan a Hakkarîgucu 4-0 tîma jinan a Kayserî têk bir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2021 14:36

PeyamaKurd – Di Lîga Super a Jinan a TFFê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) de, do maça tîma jinan a Colemêrgê Hakkarîgucu û tîma jinan a Kayserî hebû. Hakkarîgucu li mala xwe 4-0 Kayserî têk bir û bi ser ket.

Golên tîmê, ji aliyê Zulu, Nursel, Nêrgîz û Jereko ve hatin avêtin. Herwiha Parêzgarê Colemêrgê û Cigirê wî û hêzên ewlehiyê jî li maçê temaşe kirin û piştgirî dan tîmê.

Di Lîga Super a Jinan a TFFê de, du kom hene; Koma A û Koma B. Tîma Hakkarigucu di Koma B de ye. Tîma jinan a Amed Sporê jî, di Koma A de ye û do Amed Sporê li mala xwe Hatay Spor bi 2-1 têk biribû.

Parve bike: