PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 22yê Sibatê birîndarekî êrîşa moşekî ya şeva 15ê Sibatê li ser Hewlêrê pêk hatibû jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê Rêveberiya Tenduristiyê ya Hewlêrê Bijar Mûsa ji K24ê re ragihandiye ku birîndarekî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê yê bi navê Newaf Raşid ji ber giraniya birînên xwe li nexweşaneyeke Hewlêrê îro can daye.
Newaf Raşid 31 salî bû û ji parêzgeha Selahedîn ya Iraqê koçberî Hewlêrê bûbû. Raşîd şeva 15ê Sibatê di encama êrîşa moşekî de li bazara ajalan a Hewlêrê birîndar bûbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin