Ji Amedspor bo Soylu: “Eger tisteka nexwes biqewime berpirs hun in”

Ji Amedspor bo Soylu: “Eger tisteka nexwes biqewime berpirs hun in”

PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotibû ku Cemîl Bayık her meh ji Amedsporê xwestiye ku ji PKKê re 400-500 hezar pere peyda bikin. Li ser vê gotina Soylu serokê Amedsporê parêzer Metin Klavuz bersiva wî da û weha got:

“Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê bi beyanên xwe dixwaze me krîmînalîze nîşan bide û der û dora me vala bike. Eger bo Amedsporê tiştên neyînî biqewimin, (bûyerên terefdaran, hakem û hwd) ew jê berpirse.”

Li ser beyanên wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu, serokê klûba Amedspor Metin Klavuz li tesîsa Şehmus Özer civîneka çapemeniyê lidarxist. Klavuz bersiva Soylu da û weha dewam kir:

“Klûba me, bi taybetî di seha darayî de, bi zelaliya xwe û paqijiya xwe di serê lîteya temamê klûban de ye û temamên tevgerên me yên darayî bi raporên muşawirê darayî bi belge ne. Her tevgereka me ya darayî bi raporan diçe ber destê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê. Klûba me, berê jî bi heman tohmetan ji aliyê mufettîşên darayî de hatiye teftêşkirin û hatiye tesbîtkirin ku ti tişteka weha tine ye. Klûba Amedsporê bo teftêşkirinan her dem amade ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin