PeyamaKurd – Sermaya cemedê li Erzirom, Erdexan û Qersê dewam dike.
Berfa ku li Erziromê bi navber bi bandor bû cihê xwe ji hewaya sar re hişt. Li ser rêyan qeşa û li ser banê hin avahiyan jî stalaktît hebû.
Bi şev germahiya hewayê li Erzirom û Agiriyê di binê sifirê de 5, li Qers û Erdexanê 4 pile hat pîvandin.
Qalindahiya berfê li Palandokenê 146, li Palandokenê 2yê 50, li Navenda Skî ya Sarikamişê 67 santêm hat pîvandin.
QERS
Li navçeya Sarikamişa Qersê hewaya sar bi bandor bû.
Li navçeya ku bi şev germahiya hewayê dadikeve binê sifirê 11 pile, ekîbên Şaredariya Sarikamişê dest bi xebatên paqijkirina berfê û rakirina cemedê kirin.
Ji aliyê din ve li Çemê Sarikamişê werdekên keske ku diçêriyan jî hatin dîtin.
ERDEXAN
Li Erdexanê hewaya sar û barîna berfê bandoreke neyînî li jiyanê dike. Li navenda bajêr hewaya sar bû sedema qeşayê, cihên bilind bi berfê girt.
Barîna berfê derdora çemê Kura spî kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin