Amerîka: “Dibe dorpêçên ser Îranê bi sînor bên sivikkirin”

Dîroka weşanê :
Amerîka: “Dibe dorpêçên ser Îranê bi sînor bên sivikkirin”

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku wê desteka Îranê bo terorê her wext bişopînin û behsa dorpêçên ser Îranê kir. Price got; eger bi Îranê re li ser bernama nukleerî lihev bikin, Amerîka û hevkarên Amerîkayê dikare bi sînor dorpêçan rake û di çarçoveya dîplomatîk de bi hevre bixebitin. Price behsa dewra Trump jî kir û weha got:

“Diviya peymanekî ku Îranê ji dinya mayî îzole bikira û berjewendiyên Amerîkayê bianiya noqteyekî baştir. Lê bi eksa vê çêbû. Îro Îran bêhtir nêzê hilberîna sîlihên nukleerî ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin