PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di derbarê mijarê de axivî û got “heta niha jî hevdîtinên Minbicê encamek nedane.
Nauert di civîna çapemeniyê de axivî û wiha berdewam kir: Amerîka gelek caran bi erkdarên Tirkiyê re li ser Minbicê hevdîtin pêk anîn, lê belê ti encam derneketin. Hevdîtinên me wê berdewam bikin. Niha geşedaneke nû nîn e. Wezîrên Karên Derve yên her du dewletan wê di meha pêşiya me de careke dî hevdu bibînin.
Li gorî çapemeniya Tirkiyê civîn bêhtir li ser derxistina YPG ya ji Minbicê teqiniye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin