Brîtanya | Derziya vîrusa Korona Moderna hat pejirandin

Brîtanya | Derziya vîrusa Korona Moderna hat pejirandin

PeyamaKurd  Derziya kompaniya Amerîkî ya vîrusa Korona Moderna, ji aliyê Brîtanya ve hat pejirandin.

Beriya niha, Hikûmeta Brîtanya, bo derziyên Pfizer – BioNTech û Oxford – AstraZeneca destûr dabû.

Berpirsên Brîtanî, 17 milyon derziyên Moderna wesandine, lê çaverê ye ku ew di mehên biharê de hazir bin.

Li seranserê Brîtanya heta niha 1,9 milyon kesan dozên pêşî yên derziyan li xwe dane.

Li gor agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Brîtanya bi qasî 3 milyon kes bi vîrusa Korona ketine û 79,959 kes bi wê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin