Berya hilbijartinê li Îstenbolê operasyoneka mezin hat kirin

Berya hilbijartinê li Îstenbolê operasyoneka mezin hat kirin

PeyamaKurd- Tîmên têkoşîna bi terorê re (TEM) yên bi ser asayîşa Îstenbolê di heman wextê de avêtin ser 127 navnîşanan û operasyon kirin. Di operasyonê de gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyonan de tîmên taybet jî piştgiriyê dane TEM ê.

Nehat ragihandin bê çend kes hatine girtin û lêpirsîna wan ya li rêvebiriya asayîşa Îstenbolê li Caddeya Vatanê dewam dike.

Tişta balkêş ew e ku berya hilbijartina 31 ê adarê ev operasyon hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin