PeyamaKurd- Bi sedema ku cezayê hinek kesan hatibû birîn û ji aliyê dadgehan de li wan dihat gerandin, li bajarê Îstenbol a Tirkiyê bi 673 polîsan operasyon hatin kirin û di encamê de 217 kes hatin binçavkirin. Operasyon bi 280 tîman hat kirin.
Operasyon serê sibê destpêkir û ew navnîşanên ku berê hatibûn tesbîtkirin avêtin ser wan navnîşanan. Kesên ku hatine girtin di nava wan de 3 kes bi sûcê kuştina kesan, 48 kes bi sedema birîndariyê, 20 kes ji diziye, 8 kes ji xesbê, 8 kes ji tehdîd û heqaretê, 5 kes ji fihûşê, 4 kes ji sûcên îstîsmar û êrîşên cinsî li wan dihat gerandin. Cezayên wan di navbera 2 sal û 20 salan de ye.
Di derbarê 122 kesan de ji aliyê dafgehan de birayra girtina xiyabî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin