PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê ya li bakurê bajarê Baqûbe de, 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 polîs birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan derengê şeva borî li gundê Ebare yê li bakurê Baqûbe, bombeyeke çandî di barhilgirekê de teqiya û rema xelk û hêzên ewlehiyê li cihê teqînê kom bûn jî çekdarên DAIŞê bi nîşangiran gule li ser wan reşandin.
Hat zanîn ku di encama gulebaranê de, 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn ku di nava wan efserekî bi pileya Eqîd jî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin