PeyamaKurd - Li Îspanyayê piştî ku bi pirsnameya partiya mixalefetê desthilatdariya hikûmetê hilweşiya Pedro Sanchezê pêşengê Partiya Karkarên Sosyalîst a Îspanyayê (PSOE) bû serokwezîrê nû.
Meclisa Îspanyayê ji bo nirxandina rewşa partiya desthilatê PPê civiya û pirsnameya partiya muxalefetê PSOEyê ji ber hin endamên PPê cezayê hepsê xwarin dabû xist rojevê.
Piştî ku pirsname hat qebûlkirin serokwezîriya Mariano Rajoy qediya û Pedro Sanchez bû serokwezîrê nû.
Pirsname li meclisa 350 kursiyî bi 180 dengên erê hat qebûlkirin û 169 kesan jî di eleyhê wê de deng da.
Rajoy piştî 6 salan ji desthilatê hat xwar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin