PeyamaKurd – Serokê berê yê hikûmeta Katalonyayê û Endamê Parlamentoya Ewropayê Carles Puigdemont, ji bo hevkariya avakirina hikûmeta Îspanyayê şert danî.
Puigdemont, ragihand ku ji bo hikûmeta Îspanyayê bikare bê avakirin, divê pêşî ji hemû siyasetmedarên katalanî re efû bê derxistin û rê li ber referandûma serxwebûna Katalonyayê bê vekirin.
Puigdemont ku di heman demê de Serokê Partiya Yekîtî bo Katalonyayê (Junts) ye, li paytexta Belçîka Brukselê di civîna rojnamevanî de got, ji bo ku hikûmeta Îspanya ya bi serokê Partiya Sosyalîst a Karkeran (PSOE) Pedro Sanchez, piştî hilbijartinên pêşwext bikare hikûmetê ava bike, pêwîstiya wî bi partiya Junts heye û destnîşan kir, “Yan wê bi Juntsê re li hev bike, yanî wê cardin hilbijartin bê kirin.”
Puigdemontê ku li Îspanyayê lêgerîn li ser heye, wekî merc jî diyar kir, divê ji bo hevkariya avakirina hikûmetê ji bo hemû siyasetmedarên Katalanî efû bê ragihandin û destûra lidarxistina referandûma serxwebûna Katalanyayê bê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin