Esed Cigirê xwe û Wezîrê Derve yê Samê nû kir

Dîroka weşanê :
Esed Cigirê xwe û Wezîrê Derve yê Samê nû kir

PeyamaKurd - Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed di kabîneya hikûmeta Şamê de revîzyonekê pêk anî û postên gring ên hikûmetê bi kesên nû dagirt.

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed, piştî 10 rojên ku hikûmeta nû ya di bin serokatiya Mihemmed Xazî El Celalî de dest bi damezirandina kabîneyê kir, Feysel El-Miqdad wek cîgirê xwe û Besam el-Sebbah jî wek Wezîrê Derve yê Sûriyeyê destnîşan kir

Serokê hikûmeta nû Mihemmed Xazî El Celalî, bi fermana Beşar Esed, hatibû şûna Serokwezîrê berê Hesen Arnûs û bi fermana pêkanîna hikûmeta nû hatibû erkdarkirin.

Hate ragihandin ku Cîgirê Esed ê nû Feysel El-Miqdad, di çarçoveya erka Cîgiriya Serokdewlet de, wê polîtîkayên derve û medyayê bişopîne û bi rê ve bibe. 

Şêwirmendên siyasî yên siyaseta Şamê ji nêz ve dişopînin didin zanîn ku Wezîrê Derve yê nû Sebbah jî ji ber li li ber destê siyasetmedarê navdar ê Sûriyeyê, Wezîrê Derve yê berê Welîd Mualim perwerde bûye, di warê sîxuriya dîplomasiyê û polîtîkayên nerm de xwediyê şarezayiyên dîplomatîk e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin