Erebistana Siûdî dixwaze Qeterê bike "girav"

Erebistana Siûdî dixwaze Qeterê bike "girav"


PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî dê demeke kin de dest bi çêkirina projeya xwe bike û bi wê dixwaze Qeter bibe "girav".

Li gor xebera rojnameya Mekkeyê ya Erebistana Siûdî, Siûd el-Qehtaniyê Misteşarê Qraliyetê diyar kir ku ji bo teklîfên avakirina projeya Kanala Selwayê roja dawîn duşem e.

Ji bo çêkirina projeyê ji 5 saziyên navneteweyî teklîf hatin sitandin, sazî an konsorsiyuma ku îhaleyê qezenc bike jî ew ê di nav 90 rojî da were eşkerekirin.

Li gor xebera rojnameyê, proje ew ê di nav salekê de were temamkirin.

Qehtanî di hesabê xwe yê Twîtterê da jî bi etîketa "Hefriyata Kanala Selwayê dest pê dike" va wiha nivîsî: "Ji ber projeya ku ew ê dewleta Qeterê bibe mîna giravekê gelê Siûdî pîroz dikim."

Qehtanî berê peyamek wekî vê peyamê weşandibû û wiha gotibû:

Qeter ew ê bibe parçeyekî Girava Selwayê ya ku lê baregeha leşkerî ya Erebistana Siûdî heye. Dîrok jî ew e bîne bîrê ku li wê derê dewletek hebûye. Biryara avakirina Girava Selwayê gelo berevajiyê hiqûqa nevneteweyî ye, heqê Erebistana Siûdî heye ku li wê derê baregeha leşkerî ava bike, redaktora nekleerê li wir çêke û bermayiyên reaktorê biavêje wê derê? Jixwe ji sedî hezaran heq heye. Ev desthilatdarî, hey gelî ew kesên ku bi tenê navê desthilatdariyê dizanin."

Rêveberiyên Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb, Behreyn û Misrê di 5ê hezîrana 2017an da biryar dabûn ku ji Qeterê hemû têkiliyên dîplomatîk bibirin û zexta aboriyê pêk anîbûn û li Kendavê krîz derketibû

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin