PeyamaKurd – Baregeha NY ya koordinasyona alîkariya mirovî OCHA, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wan alîkariya mirovî ya ji bo Yemenê daye rawestandin. OCHA di ser hesabê medya de weha got:
“Kêmasiya fînansê dike ku li Yemenê rêxistinên alîkariya mirovî yên bernameyên xida, xwedîkirin, tenduristî û avê, temamê bernameyan bide rawestandin an kêm bike. Ji bo pêdiviyên bi mîlyonan kesan desteka jiyanê dewam bike, pêdivî bi fînansmana lezgîn heye.”
Li Yemenê li dora 24 mîlyon mirov pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin