PeyamaKurd – Ofîsa Rêvebirî û Budçeyê ya Qesra Spî talîmata rêveberiya Trump a ku wê alîkariya federal rawestanda betal kir. Lêbelê, berdevkê Qesra Spî tekez kir ku biryara Trump ya têkildar hêj di meriyetê de ye.
Ofîsa Rêveberî û Budçeyê ya Qesra Spî (OMB) ragihand ku talîmata ku duh ji aliyê rêveberiya Donald Trump ve hatibû ragihandin ku wê alîkarî û bexşeyên federal rawestîne, hat betalkirin.
Rayedarê OMBê di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya DYAyê de diyar kir ku ev biryara rêveberiya Trump hatiye betalkirin. Karbidest got, belgeya betalkirî rêwerzek bû ku deynên federal, destûr û arîkariya darayî ya din rawestand.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, di parvekirina xwe ya li ser hesabê Xê ya têkildarî nîqaşan de, destnîşan kir ku belgeya betalkirî tenê talîmata OMB ye.
Leavitt got cemidandina fonên federal, ku ji hêla dadgehê ve hate sekinandin, hîn jî di meriyetê de ye:
"Ev biryar ne berevajîkirina cemidandina fonên federal e, lê tenê berevajîkirina rêbernameya OMB ye. Çima? Ji bo zelalkirina tevliheviya ku ji hêla biryara dadgehê ve hatî çêkirin. Biryara rêveberiya darayî ya federal a Serokomar wê di meriyetê de bimîne û wê bi tundî were sepandin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin