Talîban: “Plana me ya ku em ê Xanî bikujin tinebû”

Talîban: “Plana me ya ku em ê Xanî bikujin tinebû”

PeyamaKurd – Wekîlê serokwezîrê hukumeta demkî ya Afxanistanê Mela Abdulxanî Brader li ser plana kuştina serokkomarê berê yê Afxanistanê Eşref Xanî peyamekî da televizyona RTA yê û di hinek babetên din de agahiyan da:

“Serokkomarê berê Eşref Xanî eger terka welat nekira jî planeka me ya kuştina wî tinebû. Endamên hukumeta berê tev ji tirsa Talîbanê reviyan lê ti karekî me bi wan tineye.

Li Afxanistanê gelek lîder û siyasetmedarên berê jiyana xwe ya normal dijîn û têkiliyên wan bi xelkê re dewam dikin. Me efûyeka giştî ragihandiye û em ê ti zerarê nedin ti kesekî.

Hukumeta me ya demkî berfirehe û temamê nûnerên etnîkî di nav de hene. Ji bo rêvebirên hukumeta berê bertîl xwarine û gendeliyê kirine, me wezîfe neda wan da navê me xerab nebe. Rêvebiriya Amerîkayê di hevdîtinên Dohayê de ji bo hukumetekî hevpar navan dabû me lê me biryarê da ku em wan nexin nav hukumetê.

Civaka navdewletî gelek alîkariya mirovî da me lê ev têr nake û ji bo pêşdebirina bazirganî û aboriyê divê hukumeta Afxanistanê bê naskirin. Ji bo wan alîkariyan em sipasiya wan dikin.

Mafê herkesî heye ku perwerda xwe bike û ji bo jin perwerda xwe bikin xebat tên kirin. Wê di wextekî nêz de perwerda wan destpêbike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin