Besra | Di navbera alîgirên futbolê de ser û pevçûn derket: Mirî û birîndar hene

Besra | Di navbera alîgirên futbolê de ser û pevçûn derket: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Besra yê Iraqê di navbera alîgirên futbolê de şer û pevçûn derket û di encamê de 2 kesan can dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê, li nêzî stadyuma navneteweyî ya Besrayê (Palm Trunk), beriya maça fînalê ya Kûpaya Welatên Kendavê ku wê di navbera tîmên neteweyî yên Uman û Iraqê de bê lîstin de, ji ber qerebalixa di navbera alîgirên her du welatan de herî kêm 2 kesan can dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Ji bo heyecana maça fînalê ku wê îro saet 19.00an bê lîstin, hin temaşevan şeva xwe li stadyumê derbas kirin.

Girseya gel ji saetên sibehê ve li ber stadyumê kom bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin