PeyamaKurd – Li payîtexta Qatarê li Dohayê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, wezîrê Rûsyayê Sergey Lavdov, wezîrê Îranê Abbas Erakçi li ser rewşa Sûriyê civiyan. Abbas Erakçi got:
“Wê çarseriya Sûriyê di navbera muxalefet û rejîma Esad de, di rêya diyaloga siyasî de bibe.”
Erakçi xwest ku rojekî zûtir şerê li Sûriyê bi dawî bibe, ji yekîtiya axê û desthilata Sûriyê re rêz bigrin û di mijara danîna diyaloga siyasî ya hukumeta Sûriyê de herkes hemfikre.
Erakçi got ku divê di navbera grûbên muxalif yên rewa ku di muxalefeta Sûriyê de ne û hukumeta Sûriyê de hevdîtin bênkirin. Erakçi ragihand ku di mijarê de biryarê dane da bi hukumeta Sûriyê re şêwrê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin