Li Munîhê rejîma Îranê hate protesto kirin

Dîroka weşanê :
Li Munîhê rejîma Îranê hate protesto kirin

PeyamaKurd- Berî destpêkirina Konferansa Munîhê ya Ewlehiyê ya Cîhanî, welatiyên muxalîfên rejîma Îranê yên li dîasporayê xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin. Di xwepêşandanê de pankarta “Ji Şah re na, ji molla re na” nivîsandî hate hildan.

Li gorî nûçeya Guardianê; girse li pey vê pankarta mezin meşiya û bênavber dirûşmên li dijî rejîma Îranê û li dijî hişmendiya Şah berz kirin.

Xwepêşanderan bi şewqe û êlekên xwe yen zer bal kişadin ser xwe. Tevî ku propagandaya ji bo kurê şahê berê yê Îranê Riza Pehlevî tê kirin jî li qadan dirûşmên, “Ji Şah re na, ji mollare na” hatin qêrîn.

Yek ji pêşengên çalakiyê got ku gelên Îranê ne dîktatorê wek şah û ne jî dîktatorê wek molla dixwaze. Xwepêşanderan xwest wek pergala rejîma Îranê, kurê şahê berê yê Îranê Riza Pehlevî jî beşdarî konferansa Munîhê nebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin