Jeffrey: “Di pêseroja Sûriyê de cihê Esed nîn e!”

Jeffrey: “Di pêseroja Sûriyê de cihê Esed nîn e!”

PeyamaKurd- Nûnerê Amerîkayê yê Taybet yê li Sûriyê James Jeffrey di derbarê Idlibê de got ku rewşa li Idlibê pir xeternak e. Ji bo amadekariya çekên kîmyewî, gelek delîl hene.

Nûnerê Amerîkayê yê Taybet yê li Sûriyê James Jeffrey di derbarê pêşeroja Sûriyê û Beşar Esed de daxuyaniyên girîng dan. Jeffrey got ku rewşa Idlibê pir xirab e. Ji bo bikaranîna çekên kîmyewî, amadekarî hene. Ji bo vê yekê di destê me de gelek delîl hene.

Jeffrey wiha dewam kir: “Di pêşeroja Sûriyê de cihê Esed nîn e, lê belê ew ne karê Amerîkayê ye ku Esed ji îqtîdarê daxe.”

Li ser hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê jî Jeffrey got ku heta ku IŞÎD xilas bibe, hêzên Amerîkayê ji Sûriyê dernakevin. Ji bo vê yekê jî gelek wext lazim e. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî wiha difikire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin