PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê berê yê Amerîkayê li Sûriyê James Jefrfrey derbarê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê hişyarî da û got, ew gav di berjewendiya Îran û desthilata Esed de ye.
James Jeffrey li ser serkeftina Donald Trump di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de û îhtimalavekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriye ji malpera Middle East axivî.
Jeffrey got, eger Trump di pêşerojê de wê gavê bavêje dê encamên metirsîdar bi xwe re bîne û diyar kir, “Vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê şaşiyeke mezin e, ji ber ku dê hegemoniya Îran û desthilata Beşar Esed li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bike, herwiha dê zirarê bigihîne dostên Amerîkayê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin