PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ku destûra êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê daye û heya niha li Amerîkayê rastî bertekên zêde tê, vê carê jî got ku Kurd razî ne heta 30 km ji sînor vekişin, lewra balafirên wan nînin ku tirkan têk bibin.
Trump li Washingtonê beşdarî konferansa mihafezekarên xirîstiyanan bû û li wir derbarê êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê jî daxuyanî dan.
Trump got, "Niyeta Kurdan heye ji xeta sînorê Tirkiyê heta 30 km, 22 mîlan vekişin. Ev tiştekî baş e. Hêvî dikim vê bikin. Balafirên wan nînin, gelekî zehmete hêzeke balafirên wan hebe têk bibin. Em wan berdin bila sînorên xwe biparêzin. Li demeke ku em nikarin sînorên welatê xwe biparêzin, nafikirim ku em 50 salên din erka parastina sînorê Sûriye û Tirkiyê bikin. Qet nafikirim.”
Serokê Amerîka di berdewamê de li ser şerê Kurdan jî wiha axivî:
"Ji bîr nekin ku Kurd ji bo erda xwe şer dikin. Ev tiştekî baş e û me alîkarî daye wan. Lê ji bo şerê erda me (Kurrdan) alîkarî nekirin.”
Trump herwiha car din got ku wan DAIŞ têk biriye û karê xwe kiriye, lewma jî divê vegerin mala xwe.
Trump bal kişand ser ku heke Tirkiye sozên xwe bicih neyîne ew dê dorpêçên tund bo Tirkiyê bixe dewrê û got, wan ji bo parastina xirîstiyanên Sûriyê jî hefteya borî 50 milyon dolar alîkarî kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin