Jimara kustiyên li Xezzayê giha 24 kesan

Jimara kustiyên li Xezzayê giha 24 kesan

PeyamaKurd – Çend roje ku artêşa Îsraîlê êrîşê ser Fîlîstîniyên Xezzayê dike û di encama êrîşan de jimara kuştiyan gihaye 24 kesan. Wezareta tenduristiyê ya Fîlîstînê jimara 24 kesan ragihand ku got ku jimara birîndaran jî gihaye 203 kesan.

Êrîşên Îsraîlê niha jî dewam dikin. Îro jî artêşa Îsraîlê avêt ser kampa koçberan ya Cebaliye. Rêvebirên kampê ragihandin ku di êrîşê de 4 jê zarok 6 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne. Li bajarê Refahê jî Îsraîlî êrîş birin ser malekî, 2 FîlÎstînî hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin