PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Jalisco di araziyekî de kolan hatin kirin û di encamê de 28 cesed hatin dîtin. Li gor çapemeniya Meksîkayê; li bajarê Tonalayê, li taxa Zalatitanê ji serê salê û vir de rêvebir din av arazî de kolandinê didin kirin. Di nav araziyekî şexsî de 28 cesed hatin dîtin.
Kolandina erdê, di bin çavdêriya dozger û polîs de têkirin. Li gor ragihandina dozgeriyê; wê xebat dewam bikin û dest bi tesbîta nasnameyan kirine.
Rêvebir difikirin ku kuştina 28 kesan di encama şerên navbera çeteyan de hatiye kirin. Li gor rapora komisyona lêgerîna wendayiyan, ji 94.500 kesî xeber nayê sitendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin