PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand leşkerekî wan li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin.
Wezaret eşkere kir, çawîşê pispor ê hêzên bejahî Onur Çapan li Efrînê jiyana xwe ji dest daye û hat gotin, di encama qezayeke çekan de can daye.
Piştî bûyerê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, peyameke serxweşiyê ji malbata Çapan re şand û ji wan re sersaxî xwest.
Hêjayî gotinê ye, li gorî çavkaniyan 49 baregehên Tirkiyê li bakurrojavayê Sûriyê hene û di wan baregehan de navbera 10-14 hezar leşkerên Tirkiyê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin