Li Xazzê agirbes hate îlankirin!

Li Xazzê agirbes hate îlankirin!

PeyamaKurd- Misirê ragihand ku piştî hewldanên Misrê yên navcînçîtiyê, li Xazzê agirbest hate îlankirin.

Di derbarê bûyerê de Berdevkê Hamasê Fevzî Berhum daxuyaniyek da: “Ji destpêkê û pêde gelek aliyan hewl dan ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xazzê werin sekinandin. Taliyê, tevgerên Misrê yên di vê mijarê de bi ser ketin.

Îslamî Cîhadê jî levhatina bi Îsraîlê re tesdîq kir.

Berdevkê Îslamî Cîhadê Davud Şîhad got ku me jî xwest ku agirbes were îlankirin û duh seet li 20:00an levhatin pêk hat.

Şîhab wiha berdewam kir: “Heta ku îsraîl li gorî levhatinê bimeşe, em ê jî bimeşin; lê heke êrîşek ji Îsraîlê were, em ê bersivê bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin