Macron: “Erdogan li Lîbyayê leystikekî xerab dileyîze”

Macron: “Erdogan li Lîbyayê leystikekî xerab dileyîze”

PeyamaKurd- Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan li Lîbayayê leystikekî xerab dileyîze, çek û çekdaran dişîne Lîbyayê û şerê nav Lîbyayê gurtir dike. Macron beyana xwe di dema bi serokkomarê Tûnisê bi Keys Seîd re derket ber çapemeniyê mijarê ragihand. Macron her weha got ku Erdoğan sozên ku di konferansa Berlînê de dabû binpê dike.

Macron ragihand ku divê Erdoğan destê xwe ji nav Lîbyayê bikşîne û di axaftina xwe ya bi Trump re vê mijarê bo serokê Amerîkayê gotiye. Macron behsa gengeşiya di navbera hêzên deryayî, ya di navbera Tirkiyê û Fransa de derketibû kir û got ku mêjiyê NATO yê miriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin