PeyamaKurd- Li Kurdistana Bakûr li bajarê Sêrtê bi sedema ku ji PKK/KCK ê re alîkarî kirine û wan hewandine, bi operasyonê çar kes hatin binçavkirin. Opreasyon ji aliyê alaya cendirneyan de hat kirin.
Li gor ragihandina parêzgeha Sêrtê; di encama îxbaran de tîmên cendirmeyan dest bi operasyonê kirine. Di beyana parêzgehê de hat ragihandin ku li navenda Sêrtê û navçeya wê li Dihê (Erûh) operasyon hatiye kirin.
Her 4 kesên ku îfadeyên wan hatine sitendin û derxistine dadgehê ji aliyê dadgehê de bi şertê kontrola edlî hatine berdane lê derketina wan ya derveyê welat jî hatiye qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin