Bi sîlihan û daran lihev xistin: 8 birîndar

Bi sîlihan û daran lihev xistin: 8 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Kîlîsê li navçeya Musabeyliyê li taxa Yedigozê di navbera du grûban de şer û pevçûn derket û bi sîlih û daran lihev xistin. Di bûyerê de 8 kes birîndar bûn. Birîndar hinek ji wan yên sîlihan û hinek ji wan yên darane. Li ser bûyerê tîmên polîs, cendirme û 112 an çûn ciyê bûyerê. Tîmên 112 an yên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Kîlîsê.

Tîmên polîs û cendirmeyan li ber nexweşxanê û taxa bûyerê tedbîrên fireh yên ewlehiyê sitendin. Navên birîndaran nehatin ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin