PeyamaKurd – Şandeyeke ji endamên "Komîteya Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê", ku di çarçoveya pêvajoya çekdanîna PKKyê de li meclisa Tirkiyê hatiye damezrandin, serdana paytexta Îrlandayê, Dublînê kir.
Armanca vê serdanê lêkolînkirina ezmûna Artêşa Komarî ya Îrlandayê (IRA) û pêvajoya çareseriyê ya Brîtanyayê li ser cih e.
Ev serdan li ser vexwendina Enstîtuya Pêşkeftina Demokratîk (DPI) ya Brîtanyayê hat lidarxistin.
Di nav şandeyê de ku ji partiyên curbecur pêk tê, ev parlamenter hene:
Hate ragihandin ku ji Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) tu kes beşdarî vê şandeyê nebû. Endamên komîsyonê dê ezmûnên li Îrlandayaya Bakur lêkolîn bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin