PeyamaKurd – Li konferansa îklimê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Glasgowê, Serokwezîrên Îsraîl û Bahreynê, piştî normalbûna pêwendiyên her du welatan, cara yekem civiyan.
Karbidestên her du dewletan, li ser kombûna Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett û hemtayê wî yê Bahreynî Salman bîn Hamad El Xalîfe, tu hûrgilî belav nekirin.
Bahreyn û cîrana wê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, par bi navbeynkariya Amerîka, bi lihevkirina bi navê Peymanên Abraham tê zanîn, pêwediyên bi Îsraîlê re anîbûn asteke normal.
Di meha Îlonê de, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê, di asta bilind de serdana Bahreynê kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin