PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îstifaya 3 wezîrên hikûmetê yên ji partiya Teqedûm a Mihemed Helbûsî ku bi biryara Dadgeha Federalî ji seroktiya parlamentoyê hatiye dûrxistin, nepejirand.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî, derbarê îstifaya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê Muhammed Temîm, Wezîrê Pîşesazî û Çavkaniyên Sirûştî Xalid Bettal û Wezîrê Çand û Berhemên Dîrokî Ehmed Bedran de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokwezîr Sûdanî ji bo berdewama îstiqrara siyasî li Iraqê îstifaya hersê wezîran nepejirandiye û dê karê xwe dewam bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê 14ê Mijdara 2023yan Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Partiya Teqedûm Mihemed Helbûsî ji kar dûr xistibû. Piştî wê biryarê 37 parlamenterên Teqedûmê rûniştinên parlamentoyê boykot kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin