Îstifaya girseyî: 20 rojnamevanên Kurd ji Sendîkaya Sûriyeyê veqetiyan

Dîroka weşanê :
Îstifaya girseyî: 20 rojnamevanên Kurd ji Sendîkaya Sûriyeyê veqetiyan
Nivîskar: İlyas batu (Edîtor) - nûçeyên wî/wê

PeyamaKurd – Bîst rojnamevanên Kurd bi daxuyaniyeke hevpar ji Sendîkaya Rojnamevanên Sûriyeyê îstifa kirin. Rojnamevanan sendîka bi "alîgirî, siyasîbûn û windakirina bêalîbûnê" tawanbar kir.

Hat ragihandin ku sedema sereke ya vê biryara girseyî, helwêsta sendîkayê ya derbarê geşedanên Helebê de ye. Rojnamevanan destnîşan kir ku sendîkayê binpêkirinên mafên mirovan, bombebaranên li ser sivîlan û hedefgirtina rojnamevanan a li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê paşguh kiriye.

Di nameya îstifayê de hat gotin:

Sendîka êdî ne dezgeheke pîşeyî ya serbixwe ye; veguheriye xeteke siyasî ku rê li ber zimanê nefretê û înkarê vedike."

Ev îstifa wekî dabeşbûna herî kûr a di dîroka sendîkayê de tê nirxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin