Tirkiye | YSK bo biryara Stenbolê pistî fitarê dîsa dicive: Ewlekarî hat zêdekirin

Dîroka weşanê :
Tirkiye | YSK bo biryara Stenbolê pistî fitarê dîsa dicive: Ewlekarî hat zêdekirin

PeyamaKurd - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) piştî civîna îro çav li rê ye êvarî biryara xwe ya li ser îtirazên AKP û MHPê bo betalkirin û nûkirina hilbijartinên Stenbolê eşkere bike. 

Beriya biryara YSKê bê ragihandin li ber avahiya YSKê ya Enqerê tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin. 

Hat ragihandin ku dê dadwerên endamên YSKê piştî fitarê dîsa bicivin û saetên êvarê biryara xwe ji raya giştî re eşkere bikin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de piştî 25 salan deshilatdariya Erdogan û AKPê namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû û demek berê jî dest bi kar kiribû. Piştî îtirazên AKPê û MHPê yên ji nû ve jimartina deng ku encam neguherî, car din betalkirin û nûkirina hilbijartinên Stenbolê hatibû xwestin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin