TTB: Li Stenbolê 960 doktor bi vîrusê ketine, 24 kesan jî can daye

TTB: Li Stenbolê 960 doktor bi vîrusê ketine, 24 kesan jî can daye

PeyamaKurd – Yekîtiya Tabîbên Tirkiyê TTBê ragihand ku ji 1ê Nîsanê heta niha 24 xebatkarên tenduristiyê ji ber vîrûsa koronayê  can dane.

Konseya Navendî ya TTBê ragihand ku ji 1ê Nîsanê heta niha 24 xebatkarên tenduristiyê ji ber vîrûsa korona can dane û 3 hezar û 474 xebatkarên tenduristiyê jî bi vîrûsê ketine.    

TTBê bang li hikumeta Tirkiyê kir ku bergiriyên pêwîst bo xebatkarên tenduristiyê bigire.

TTB: Li Stenbolê 960 doktor bi vîrusê ketine

TTBê ev agahî dan: “Navê bajarên ku herî zêde xebatkarên tenduristiyê bi vîrusê ketine Stenbol, Enqere, Kirklarelî, Îzmîr û Edene ye. Li Stenbolê 960 bijîşk bi giştî 2 hezar û 5 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine. Li gorî rêza van bajaran û Amedê 12 xebatkarên tenduristiyê, li Kirklarelî 11, li Antalyayê 11, li Bursayê 10 û li 9 Samsûnê jî 9 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin