PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Gulanê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Almanya yê Iraqê Martin Jaeger û şanda pê re kir ku erka balyozê Almanyayê bidawî dibe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Almanyayê kir ku di dema erkê xwe de, ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Almanyayê xebitiye, herwiha ji bo erkê wî yê nû hêviya serkeftinê xwest.
Balyozê Almanyayê yê li Iraqê spasî û pêzanîna xwe ji bo hêsankarî û hevahengîkirina aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxane û konsulxaneya Almanyayê nîşan da.
Di civînê de, li ser pêşvebirina pêwendiya dostane ya navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê gotûbêj hat kirin, bi taybetî di warê veberhênan û danûstandina bazirganiyê de, ji bo vê mebestê jî biryar e di vê mehê de şandeke mezin a bazirgan û karsaz û veberhênerên Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin