PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma ragihand ku di nav 24 saetên borî de 1220 kesên din bi koronayê ketine û 22 kesan jî wefat kiriye.
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê di daxuyaniya îro 22yê Tîrmehê ya rewşa dawî ya vîrusa koronayê de eşkere kir, di 24 saetên borî de 1220 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomarkirin û 22 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Herwiha wezaretê ragihand ku 701 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê gihîşt 209 hezar û 220 kesan, ya mirinan bû 4648 kes û heta niha 189 hezar û 481 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin