PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Wezareta Tenduristiyê ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 91 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî pê can dane.
Herwiha wezaretê diyar kir ku di 24 demjimêran de 225 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 435 hezar û 836 kesan, ya mirinan bû 7 hezar û 424 kes û heta niha 426 hezar û 480 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin