PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku hêzên wan ên deryayî, li Kendava Adenê û Deryaya Sor 5 frokeyên bêmirov, belemek û mûşekeke balîstîkî yên Hûsiyan têk birine.
Hêzên Fermandehiya Navendî (CENTCOM) yên DYAyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Kendava Adenê û Deryaya Sor 5 frokeyên bêmirov, belemek û mûşekeke balistîkî yên Hûsiyan têk birine.
CENTCOMê da zanîn ku di 24 demjimêrên borî de, Hêzên Deryayî yên DYAyê bi awayekî serkeftî sê frokeyên bêmirov ên Hûsiyan ku ji deverên Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan ji bo hêrişî hêzên DYAyê bikin tevgeriyane, têk birine.
CENTCOMê her wiha da zanîn ku hêzên wan, li Deryaya Sor jî bi awayekî serkeftî 2 frokeyên bêmirov, belemek û mûşekeke dijekeştî têk birine.
Di derbarê têkbirina frokeyên bêmirov, belem û mûşekan de heta niha ji aliyê Hûsiyan ve ti daxuyanî nehatine dayîn, lê belê Hûsiyan beriya du rojan ragihandibû ku hêzên wan li Kendava Adenê bi mûşekeke balîstîkî keştiyeke bazirganî kirine hedef.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin