Li Geverê frokeya rêwiyan ji pîstî derket

Li Geverê frokeya rêwiyan ji pîstî derket

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya bakurê Kurdistanê frokeyeke rêwiyan, di dema daketina erdê de ji pîstê derketiye.

Jêderan dan zanîn ku rewşa tendurustî ya rêwiyên frokeya hejmar VF4316an ku ji Enqereya paytexta Tirkiyeyê hatiye Geverê, baş e.

Jêderan dan zanîn ku frokeya kompaniya Anadolu Jetê ku di demjimêr 11:30î de ji Frokexaneya Esenboga ya Enqereyê rabûye û li Frokexaneya Selahadîn Eyubî ya Geverê daniye, lê belê di dema danînê de ji pîstê derketiye.

“Ziyana can û mal tune ye”

 Şaredara Geverê Dirbaz Buyusu ku ew jî yek ji rêwiyên frokeyê bûye ragihandiye ku ew baş in û gotiye: “Spas ji Xwedê re ku mirî û birîndar tune ne. Xweda me ji ya xerabtir biparêze.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin