Kiliçdaroglu: Lanet li we be û li nîzama gemarî ya ku we daniye

Kiliçdaroglu: Lanet li we be û li nîzama gemarî ya ku we daniye

PeyamaKurd – Serokê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu li ser biryara dadgeha îstînafê ku cezayê Osman Kavala yê heya bi heyayê tesdîq kir, bertekê nîşan da. Kılıçdaroğlu di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Lanet li we û nîzama gemarî ya ku we daniye. Em ê edaletê bînin vî welatî. Em ê Verayê bigihînin bavê wê.”

Dadgehê di 25 ê nîsana 2022an de biryara Osman Kavala û 17 gumanbaran dabû û Kavala bi cezayê heya bi heyayê cezaq kiribû. Li ser îttîraza Osman Kavala dadgeha jortir ya îstînafê bi sedema Kavala goya xwestiye ‘hukumeta Tirkiyê ji ortê rake an nehiştiye wezîfa xwe bike’ bi cezayê muebbed ceza kir û biryara dadgeha jêr tesdîq kir.

Di derbarê Osman Kavala de ji ber bûyerên Geziyê doz hatibû vekirin û Kavala heya niha di zîndanê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin