PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu lg Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) axivî û got: "Her çiqas Îsraîl li dijî dijminên xwe yên hov ên ku dixwazin Îsrailê ji holê rakin şerê man û nemanê dike jî, ew aştiyê dixwazin."
Netanyahu destnîşan kir ku Îsraîl di nav şerê man û nemanê de ye û got: "Divê em li hemberî van kujerên hov xwe biparêzin. Dijminên me ne tenê me, dixwazin şaristaniya me ya hevpar jî têk bikin. Dixwazin cihanê vegerînin serdema tarî ya zulm û terorê."
Nexşeyên Lanet û Bereketê
Netanyahu di axaftina xwe ya di civÎna KENYê de bi awayekî balkêş du nexşeyên ku wan wek nexşeyên 'Xeleka Lanetê' û 'Xeleka Bereketê' pênase kir nîşan da.
Netanyahû, di nexşeya 'Xeleka Lanetê' de Sûriye, Lubnan, Iraq û Îranê û di nexşeya Xeleka Bereketê de jî Erebistana Sihûdî, Urdun, Misir, Sûdan, Hindistan û Îmaratê destnîşan kir.
Di dema axaftina Netanyahu ya di civîna KENYyê de kesên ku ji aliyê Nûnertiya Daîmî ya Îsraîlê ya NYyê ve hatibûn vexwendin û li lojayan diman gelek caran ji bo Netanyahu li çepikan dan.
Netanyahu di domîna axaftina xwe de diyar kir ku Îsraîl dixwaze bi Erebistana Sihûdî re peymana normalbûnê îmze bike û got: "Ger pêk bê, ev yek wê aştiyê bîne Rojhelata Navîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin