Ûkrayna: Rews xerab dibe û em ji çeperên rojhilat vekisiyan

Ûkrayna: Rews xerab dibe û em ji çeperên rojhilat vekisiyan

PeyamaKurd - Serfermandarê Ûkraynayê Oleksandr Syrskyi diyar kir ku piştî hêrişên dawî yên Rûsyayê rewşa eniya şer xerabtir bûye.

General Syrskyi got: “Hêzên Ûkraynayê ji hin çeperên rojhilatê herêma Donetsk vekişiyan.

Pisporên leşkerî diyar dikin ku Rûsya hewl dide berî ku pakêta alîkariya leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya 61 milyar dolarî bigihîje Ûkraynayê,  li herêma Donetskê serweriya xwe mîsoger bike.

Pispor her wiha didin zanîn ku artêşa Ûkraynayê bi mehan e bi kêmbûna cebilxane, leşker û parastina hewayî re têdikoşe.

General Syrskyi roja Yekşemê di posta xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de piştrast kir ku piştî Rûsyayê di meha Sibatê de Avdiivkayê “dagir” kir, leşkerên Ûkraynayê ji hin mewziyên ku beşek ji xeta parastinê ya herêma Donetskê bûn paşve vekişiyan.

Piştî serkeftina xwe ya li Avdiivkayê, Rûsyayê hêrişên xwe bi giranî arasteyî derdora Chasiv Yar a ku di bin kontrola Kîevê de ye kir.

Ji aliyê din ve Ûkraynayê li hemberî hêrişên rojava, xetên nû yên parastinê ava kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin