Pentagon: Bi Bexdadî re du zarok hatin kustin

Pentagon: Bi Bexdadî re du zarok hatin kustin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, dema kuştina Bexdadî de ragihandibû, diyar kiribû ku Bexdadî li gel sê zarokên xwe xwe teqandiye, lê Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê dibêje, hejmara zarokan tenê du bûn û ne sê zarok.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, General Frank Mckenzy di konfranseke rojnamevaniyê de, dîmenên vîdyoyî yên êrîşa li ser Ebûbekir Bexdadî belav kir û derbarê êrîşê de jî ragihand: “Hêzên Amerîka Bexdadî di nav tûnêlekê de dîtin, hewil hat dayîn bi destê hêzên Amerîkî bê girtin, lê Bexdadî bi bombekê xwe teqand ku du zarok jî li gel bûn.”

‘Nêzîk bû ku hêzên Amerîkayê Ebûbekir Bexdadî desteser bikin’

General Mackenzy tekez kir, ku di destpêkê de wan wiha zaniye ku sê zarok li gel Bexdadî bûne, lê belê du zarok li gel wî bûne û ev hejmar rast e, ku di raportê de amaje pê hatibû dayîn. Mckenzy amaje bi wê yekê jî kir, berî xwe biteqîne, nêzîk bû ku hêzên Amerîkayê Ebûbekir Bexdadî desteser bikin.

Derbarê amara kuştî û birîndarên wê operasyonê de jî, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê aşkere kir, “bi giştî 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, 4 jin û 2 zilam, di nav wan de Bexdadî. Herwiha carek din amajeyê pê bidim ku 2 zarok li gel Bexdadî mirin dema xwe teqand. Herwiha dixwazim tekeziyê li ser wê yekê bukim, ku 11 zarokên din ji aliyê hêzan hatin parastin, hevdem 2 zilam hatin girtin û hêzan ew li gel xwe birin.”

Roja Yekşemê 27ê Cotmehê, Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyekê de bi fermî kuştina ‘Xelîfeyê DAIŞê’ Ebûbekir Bexdadî ragihand û diyar kir, Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên wî welatî de, ku 2 saetan dom kir, li bakurê rojavayê Sûriyê, li parêzgeha Idlibê û li gundekî nêzîkî sînorê Tirkiyê ku tenê 5 km ji sînorê Tirkiyê dûr e, hatiye kuştin.

Dîmenên Kuştina Bexdadî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin