NY: Li Xezayê, 3 hezar zarok hatin kustin!

NY: Li Xezayê, 3 hezar zarok hatin kustin!

PeyamaKurd- Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Filistînê Riyad Mansûr ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de heta niha 3 hezar zarok û 1700 jin hatine kuştin.

Riyad Mensûr di Civîna Rewşa Awarte ya Taybet a ku li Lijneya Giştî ya NYê hat lidarxistin de axivî û got ku "Çalakiyên derqanûnî yên Îsraîlê yên li herêmên Filistînê yên dagirkirî hatin kirin.

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de heta niha 3 hezar zarok û 1700 jin hatin kuştin. Nêzîkî 1600 Filistînî, 900 kes jî hene.

Nexweşxaneyên li Xezayê bûne sarincên ku mirî lê tên ragirtin. Li her dera bajêr mirin û wêranî heye, yek selametî jî tuneye. Cihên îbadetê û dibistanên UNRWAyê nikarin ji bombebarana Îsraîlê rizgar bibin.

Li Xezayê her roj nêzî 1000 kes dimirin, lê em têra hevgirtinê nabînin, ez nikarim fêm bikim çima?”

Mensûr bal kişand ser vê yekê ku sedema Îsraîlê ya bi vî rengî ew e ku difikire ku divê hiqûqa navneteweyî ji bilî xwe ji bo her kesî derbasdar be. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin