PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îmarata Hevgirtî ya Erebî Enwer Gargaş, li ser îmzekirina peymana asayîkirina pêwendiyên bi Qeterê re ragihand ku ew bi Erebistana Siûdî bawerin ku wê 13 xalên bûne sedema ambargoya ser Qeterê werin bicihanîn.
Gargaş di bernameya CNNê de li ser peymana ku welatên kendava erebî bi Qeterê re îmze kirine ragihand ku divê 13 xalên bûne sedema ambargoya ser Qeterê werin bicihanîn ku di nav wan de derxistina hêzên tirk û valakirina baregeha Tirkiyê ya leşkerî li Qeterê jî heye.
Hin mercên bo asayîkirina têkiliyên bi Qeterê re; girtina kanala El Cezîre, girtina baregeha Tirkiyê û qutkirina pêwendiyên bi Îranê re hene.
Peymana lihevkirinê doh 5ê Çile piştî ragihandina encamnameya Konseya Hevkariya Kendavê ya 41emîn hatibû îmzekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin